Li Îranê 15 sal cezayê girtîgehê mamoste Furug Xusrevî hate birîn

Mamosteya dibistana seretayî Furug Xusrevî ya li bajarê Behbahan ê eyaleta Xozistanê ya Îranê bi îdîaya propagandaya li dijî dewletê û heqareta li ol, bi 15 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Mamosteya dibistana seretayî Furug Xusrevî ku li bajarê Behbahan a girêdayî eyaleta Xozistan a Îranê dijî, ji ber sûcên ‘propagandaya li dijî rejîmê’, ‘heqareta li dijî Elî Xamaney’, ‘heqareta li dijî Xumeynî’, ‘heqareta dijî ol’ û ‘li gel saziyên medyayê yên girêdayî Îsaraîlê têkilî daniye’, bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê xwar.  

Biryara derbarê Furug Xusrevî de hatî dayîn, ji aliyê 1’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşa Behbahan ve hat eşkerekirin. Li gorî madeya 134’an a zagona cezaya Îslama Îranê, cezayê herî giran ku 5 sal cezayê girtîgehê ye, dê were pêkanîn.

Rûniştina doza ku Furug Xusrevî jê dihat darizandin, di 2’yê Mijdarê de pêk hat, biryar di 3’yê Mijdarê de ji Xusrevî re hat ragihandin.

Furug Xusrevî di sibeha 30’ê Hezîrana 2024’an de li gel du jinan, ji aliyê 6 sîxurên Îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve bêyî agahiyekê bidin, di serdegirtina malên wan de hatin binçavkirin, di lêgerîna malê de dest danîn ser tiştên şexsî û telefonên wan.

Xusrevî piştre di 29’ê Tebaxê de cardin hatibû binçavkirin û di 8’ê Tebaxê de bi kefaleta 2 milyar tumen ji girtîgeha Sepîdar a li Abhazê hatibû berdan.

Şaxa 2’yemîn a Daîreya Lêpirsîna Dozgeriya Şoreşê û Giştî ya Behbahan, di 21’ê Îlona 2024’an de derbarê Furug Xusrevî de gilî kiribû.

Hate diyarkirin ku Furug Xusrevî, piştî protestoyên di sala 2009’an de, ji zanîngeha Bender İmam Payam-e Nur hatibû avêtin.