Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê wê di nava 7 rojan de îtîrazan qebûl bike

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku encamên hilbijartinê yên ewilî, wê di saet 18.00’an de bên eşkerekirin û got, ew ê di nava 7 rojan de îtîrazên partiyên siyasî û namzetan bigirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di derbarê hejmartina dengan û diyarkirina dema îtirazan de daxuyaniyek da. Komîsyonê da diyarkirin ku wê îro di saet 18:00’an de encamên despêkê yên hilbijartina dema 6’an a parlementoya Iraqê ragihînin. Piştre jî navên namzetên ku biser ketine li ser malpera komîsyonê belav bikin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku encama hejmartina bi dest û hejmartina elektronîk a dengan hemane.

Komîsyona Hilbijartinê daye diyarkirin ku wan ji bo îtirazên li ser encaman 7 roj dem diyar kirine. Piştî wê jî di nava 10 rojan de wê ew îtiraz bên nirxandin.