Koalîsyona Navneteweyî dê di Îlonê de ji Iraqê derkeve
Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî diyar kir ku wezîfeya Koalîsyona Navneteweyî dê di meha Îlonê de bi dawî bibe.
Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî diyar kir ku wezîfeya Koalîsyona Navneteweyî dê di meha Îlonê de bi dawî bibe.
Berdevkê fermî yê hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî, ji medya Iraqê re behsa vekişîna hêzên koalîsyonê ji Iraqê û helwesta nû ya hikûmetê kir.
Heyder Ebudî ragihand ku meha Îlonê ya îsal, wê bibe dema bidawîbûna hebûna Koalîsyona Navneteweyî ya li Iraqê.
Ebudî diyar kir ku desthilatdariya Iraqê nakeve bin tu bandoreke navxweyî yan derveyî, ji ber ku ew welatekî xwedî serwerî û serbixwe ye.
Ebudî bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta nû, bernameyeke zelal û eşkere pêşkêş kiriye ku di qonaxa yekem de girîngiyê dide bihêzkirina serweriya neteweyî. Ebudî got, nîşana sînordarkirina çekan a di destê dewletê de weke xala destpêkê ya karên hikûmetê ye.