Ji wezîrên karên derve yên Iraq û Îranê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê li hev kirin ku merasîma cenaze ya lîderê Îranê yê berê Alî Xamaney li Iraqê bê lidarxistin.
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê li hev kirin ku merasîma cenaze ya lîderê Îranê yê berê Alî Xamaney li Iraqê bê lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li gel şandeyekê gihîşt Bexdayê. Arakçî piştî civîna li gel Fûad Husên, di daxuyaniyek çapemeniyê ya hevbeş de ragihand ku ev serdan, yekemîn geşta wî ya piştî şer e û armanca wê ya sereke jî pêşkêşkirina spasiyane ji bo hikûmet û gelê Iraqê ku xwedî helwestên girîng bûn.
Arakçî destnîşan kir ku Îran wê di qadên cuda de li ser hevkariyên xwe yên li gel Iraqê dewam be û diyar kir ku niha hemahengî li ser mekanîzmeya birêveçûna merasîma oxirkirina cenazeyê Alî Xamaney a li navend û mezarên pîroz ên li Iraqê dewam dike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê eşkere kir ku wî Fûad Husên ji pêşveçûnên dawî yên gotûbêjên li gel Washingtonê û dosyaya Tengava Hurmuzê ya ku di bin kontrol û rêveberiya Îranê de ye, agahdar kiriye.
Araqçî bi dewamî got, wan di çarçoveya şêwirên dualî yên navbera her du welatan de, li gel Fuad Hisên mijara “avaniya ewlehî ya herêmê” nirxandiye.
Tê pêşbînîkirin ku Abbar Arakçî di çarçoveya vê serdanê de civînan li gel berpirsyarên paybilind ên Iraqê û bi taybetî li gel aliyên Şîa pêk bîne.