Ji RCS banga bidawîkirina bazirganiya bi wargehên neqanûnî yên Îsraîlê

Lîga Mafên Mirovan û Oxfam jî di nav de zêdeyî 80 Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) bang li delwet û şîrketên Ewropayê kir ku bi wargehên neqanûnî yên Îsraîlê yên li xaka dagirkirî yıa Fîlîstînê re bazirganiyê nekin.

Rêxistinên Civakî yên Sivîl bi vê armancê raporek bi vî sernavî weşand: "Bazirganiya bi wargehên neqanûnî re: Dewlet û şîrketên biyanî çawa rê didin polîtîkaya wargehên neqanûnî yên Îsraîlê?" Di raporê de hate ragihandin ku têkiliyên bazirganî yên bi wargehên neqanûnî re yekser tevkariyê li krîza mirovî dike.

Di raporê de bi taybetî bang li welatên Yekîtiya Ewropayê, Qraliyeta Yekbûyî hate kirin ku hemû karên xwe yên bazirganiyê, razemenî û xizmeta ji bo wargehên Îsraîlê qedexe bikin. Her wiha ji banka û saziyên fînansê jî hate xwestin, ku fînansê û krediyê nedin şîrketên ku li wargehên Îsraîlê kar dikin.

Rapor weke dewama rapora bi sernavê 'Ji aboriya dagirkeriyê ber bi aboriya qirkirinê' ve ye ku jia liyê Raportora Taybet a Fîlîstînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese ve di Tîrmehê de pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatibû kirin.

Albanese diyar kiribû ku banka, şîrketên sîgortayê, sektorên enerjî û tûrîzmê û saziyên akademîk piştgiriyê didin karên wargehan ên Îsraîlê.