Iraqê deriyê sînor ê El Qaim El Bûkemalê girt
Piştî ku li dijî hinek welatiyên Iraqê li nava axa Sûriyeyê êrîş pêk hat, hikumeta Iraqê deriyê sînor ê El Qaim El Bûkemal ê bi Sûriyeyê re ji bo demkî girt.
Piştî ku li dijî hinek welatiyên Iraqê li nava axa Sûriyeyê êrîş pêk hat, hikumeta Iraqê deriyê sînor ê El Qaim El Bûkemal ê bi Sûriyeyê re ji bo demkî girt.
Deriyê sînor ê El Qaîm El Bûkemal ê di navbera Sûriye û Iraqê de, piştî ku li dijî hinek welatiyên Iraqê li nava axa Sûriyeyê êriş pêk hat, li ber rêwîtiyê hat girtin.
Girtina deriyê sînor bûye sedema aloziyên ewlehiyê. Li ser medyaya dîjîtal vîdeoyek hat belavkirin, tê de xuya dibe ku kesek êrîşî rêwiyekî Iraqî dike û dest datîne ser erebeya wî.
Li gorî agahiyên ANHA’yê ji çavkaniyên herêmî girtine, sedema êrîşên li ser rêwiyên Iraqî ewe ku dadgeriya Iraqê ceza daye ciwanekî Sûriyeyî, ji ber ku wî wêneyên Ehmed El Şeri hildane. Lê dadgeriya Iraqê ev yek red kir û diyar kir ku wî kesî propagandaya ‘terorîst Ebû Bekir El Bexdadî kiriye û banga kuştina endamên artêşa Iraqê û Hêzên Heşdî Şeebî kiriye’ û ji ber wan sûcan hatiye darizandin.