Hilbijartinên Iraqê: Siya DYE, Îran û Îsraîlê
Rewşa parçebûyî ya beşdarên hilbijartinê texmînên li ser hilbijartinê zehmet dike. Hevrikiya navbera Kurd, Şîa û Sûniyan ên li Iraqê bi destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî re bêhtir tevlîhev dibe.
Rewşa parçebûyî ya beşdarên hilbijartinê texmînên li ser hilbijartinê zehmet dike. Hevrikiya navbera Kurd, Şîa û Sûniyan ên li Iraqê bi destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî re bêhtir tevlîhev dibe.
Ji bo hilbijartinên Iraqê ku 11'ê Mijdarê têne kirin, çend roj man. Di pêvajoya hilbijartinê de ku dengdana taybet destpê kiriye, partî, tifaq û namzet di bin kontrola Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê li qadên hilbijartinê ne.
Hilbijartin di bin siya banga boykotê ya Sadr de pêk tê ku xwedî girseya herî mezin a hilbijartinê ye. Her wiha bandora welatên din jî yek ji mijarên nîqaşê ye.
Ji bo hilbijartinê ku welatiyên Iraqê sîstema elektronîk bi kar tînin, kartên biyometrîk têne belavkirin. Li seranserê Iraqê li 709 navendan 4 hezar û 501 sindoqên dengdanê têne danîn û 21 milyon û 404 hezar kes dikarin dengê xwe bi kar bînin.
75 namzetên serbixwe, 31 tifaq û 38 partî beşdarî hilbijartinê dibin û ji bo 329 kursiyên li parlamentê bi giştî 7 hezar û 768 namzet li ber xwe didin. Ji wan 2 hezar û 248 jê jin, 5 hezar û 520 ji wan jî mêr in.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya têkildarî teqwîma hilbijartinê de ragihand ku li hezar û 79 navendên qeydkirinê belavkirina kartên biyometrîk dewam dike, zêdeyî 2 milyon kartên biyometrîk hatine belavkirin û radestkirina milyonek kartan jî dewam dike.
Di çarçoveya hilbijartinê de dengdana taybet destpê kiriye ku pêşmerge, polîs û hêzên ewlekariyê deng bi kar tînin. Hilbijartin ji aliyê 304 çavdêrên navneteweyî û zêdeyî hezar û 500 rojnamevanan ve tê şopandin.
Di hilbijartinê de hevrikiya navbera Kurd, Şîa û Sûniyan weke yek ji hêmanên şênber ên temsîla siyasî ya cihêrengiya mezhebî û etnîkî ya welêt derdikeve pêşiya mirovan. Di çarçoveya propagandaya hilbijartinê de bernameyek ku partî pêşkêşî hilbijêrên xwe dikin nîne. Li şûna vê yekê komên Şîa xwe dispêrin piraniya nifûsê û bi vî rengî di nava hikumetê de dibin xwedî rola diyarker; Sûnî ji bo karibin di nava siyaseta navendî de ji nû ve bi bandor bibin di lêgerîna yekîtiyê de ne.
Kurd jî xwedî wê armancê ne ku li Herêma Kurdistanê ya Federe û li Kerkûk û derdora wê ku weke herêmên cihê nîqaşê (Di çarçoveya xala 140'î de) tê binavkirin, hem bandora xwe ya siyasî biparêzin hem jî destketiyên xwe yên rêveberî û aboriyê berfireh bikin.
Rewşa parçebûyî ya beşdarên hilbijartinê texmînên li ser hilbijartinê zehmet dike. Hevrikiya navbera Kurd, Şîa û Sûniyan ên li Iraqê bi destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî re bêhtir tevlîhev dibe.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û hin welatên rojavayê dixwazin bandora Îranê kêm bikin; Îran jî bi rêya partiyên Şîa hewl dide bandora xwe ya siyasî hîn xurt bike. Li aliyê din Îsraîl bandora zêde ya Îranê ya li ser Iraqê li dijî ewlekariya xwe weke gefekê dibîne. Tirkiye jî ku welatekî cîranê Iraqê ye hem bi rêya nifûsa Tirkmenan hem jî bi rêya têkiliyên xwe yên aborî û ewlekariyê yên bi Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê re hewl dide di vê pêşbirka herêmî de cihê xwe bigire.
DI HILBIJARTINÊN IRAQÊ DE REWŞA KURDAN
Di ser hilbijartinên 20'ê Cotmeha 2024'an ên Herêma Kurdistanê de li gel ku salek derbas bûye hîn jî hikumet nehatiye avakirin û ev yek jî rewşa xitimandî ya di siyaseta Kurd de radixe pêş çavan. PDK û YNK heman piştî hilbijartinê gelek caran li hev kom bûn, lê belê nekarîn li hev bikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên Iraqê re ji eniya YNK'ê rexne li PDK'ê hate kirin ku xwe nade ber lihevkirinê.
Endamê Polîtburo ya YNK'ê Seedî Ahmed Pîre ji saziyên medyayê yên nêzî partiya xwe re axivî û got, "Eger rêyeke PDK'ê ya avakirina hikumetê ya bêyî partiya me hebûya, wê zûdeyî ev yek pêk bianiya. PDK ji hevpariyeke rasteqîn bawer nake û naxwaze bi YNK'ê re lihevkirineke cidî bike."
Li Herêma Kurdistanê valahiya rêveberiyê kûr dibe, avabûna hikumetê dereng ketiye û ev yek ji krîza mûçeyan heta bi lihevnekirina li ser petrol û gazê gelek pirsgirêkên bingehîn bêçareserî dihêle. Ji ber ku li Herêma Kurdistanê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve hikumeteke rewa ava nebûye, hêza temsîliyetê ya partiyên Kurd û hêza wê ya li dora maseya bazariyê ya bi Bexdayê re lawaz bûye; di heman demê de di demekê de ku bendewariya gel zêde bûye, kêmasiyên rêveberiyê li pêş in.
Di pêvajoya hilbijartinê de Kurd siyaseteke di çarçoveya dilsoziya bi Destûra Bingehîn a Iraqê û jinûve pênasekirina têkiliyên bi Bexdayê re dipejirîne. Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî di kampanya hilbijartinê de giranî da ser dilsoziya bi Destûra Bingehîn a Iraqê re û kete nava lêgerîna çareseriyê ya di çarçoveya destûra bingehîn de.
Di hilbijartinên Iraqê de ji ber sîstema Sainte-Lague ku tê bikaranîn, partiyên mezin xwedî avantaj in, rîsk heye ku partiyên biçûk ji nedîtî ve bên.
Kurd bi dengên PDK, YNK û partiyên din ên Kurdan re tê texmînkirin ku li Parlamenta Iraqê bi giştî ji 60 heta 70 wekîlan bi dest bixin. Ev tablo nîşan dide ku Kurd wê di siyaseta Bexdayê de hêmaneke girîng a hevsengiyê bin.
Kurdên li Kerkûk û derdora wê jî ku dikevin ber xala 140'î ya Destûra Bingehîn a Iraqê ku weke herêmên cihê nîqaşê têne naskirin, hewl didin ji nû ve bibin xwedî hêz. Li van deveran jî Kurd bi rengekî parçebûyî tevlî hilbijartinan dibin. Bİ taybetî YNK di vê pêvajoyê de dixwaze bandora xwe ya li Kerkûkê zêde bike, şeş kursiyan bi dest bixe û meqama walîtiyê di destê xwe de bihêle.
SÛNÎ, BANDORA ÎRANÊ Û ŞÎA
Di sîstema siyasî ya Iraqê de ku bi Destûra Bingehîn a 2005'an ava bûye û li ser parvekirina hêza etnîkî û mezhebî hatiye damezrandin, serokwezîrtî ji Şîa, serokkomarî ji Kurdan, serokatiya meclîsê jî ji Sûniyan re tê dayin. Sûnî dibêjin ku ev sîstem wan dide paş, wezîfeya serokkomariyê divê ya wan be û bi vê yekê temsîliyeteke hîn bi hevsengî dikare pêk were.
Lê belê parçebûna partiyên siyasî yên Sûnî dike ku ev armanc negihêje hedefa xwe. Di hilbijartinê de Sûnî hewl didin xwe li dora çar blokên mezin bi rêxistin bikin, lê li ser namzetekî hevpar an jî stratejiyeke hevpar nikarin li hev bikin. Ev rewş jî bandora Sûniyan a li Bexdayê kêm dike.
Tifaqa Serweriyê (Siyade) ku Hamîs Hançer serokatiyê jê re dike û piştî hilbijartinên 2021'ê weke tifaqa herî mezin a Sûniyan hate dîtin, piştî ku serokê berê yê parlamentê Mûhammed El Halbûsî ji tifaqê cuda bû, hêza xwe kêm kir. Mûhammed el Halbûsî ku yek ji navên herî krîtîk ên eniya Sûnî û bû û lîderê Partiya Takkaddûm e, piştgiriyê dide lîsteyên cuda û bi vî rengî hewl dide bandora xwe ya li qada siyasetê dewam bike.
Li eniya Şîa jî helwesta Muqteda es Sadr, yek ji wan faktoran e ku yekser bandorê li pêvajoya hilbijartinê dike. Sadr bi bangên xwe yên ji bo betalkirina hilbijartinê û boykotê hevsengiyên siyasî yên Şîa dihejîne.
Mijara tevlîbûn an jî tevlînebûna Sadr a li hilbijartinan, ne tenê hêza bloka Şîa di heman demê de wê bandorê li rewabûna siyasî ya giştî jî bike.
Piştî ku Sadr xwe ji siyasetê vekişand, komên Şîa yên ku Îran piştgiriya wan dike di siyaseta Iraqê de gelekî bi hêz bûn. Komên Şîa yên ku Îran li pişta wan e, di dema propagandayê de ji bo karibe hilbijêran tevlî hilbijartinê bikin gotinên weke 'Eger tevlîbûn kêm be wê rejîma Baasê ji nû ve xurt bibe' dan pêş.
Îran bi taybetî bi bandora hêzên milîs ên Şîa û partiyên siyasî hewl dide di siyaseta Bexdayê de xwedî rol be. Vê yekê jî hewl dide bi rêya komên milîs ên Heşdî Şabî (Hêzên Seferberiya Gel) û blokên siyasî yên Şîa bike ku xwe bi navê 'Çarçoveya Koordînasyonê' bi rêxistin kirine.
Tehran parastina kontrola Şîa ya li Iraqê hem di rageşiya herêmî ya bi Îsraîl û DYE'yê re ji bo kûrkirina stratejîk hem jî ji bo dewamkirina kontrola li ser dînamîkên navxweyî yên li Iraqê weke mecbûriyetê dibîne.
Îran di vê pêvajoya hilbijartinê de li şûna xeteke destwerdana yekser, stratejiyeke hîn dîplomatîk dimeşîne. Rêveberiya Tehranê piştî şerê 12 rojan ê bi Îsraîlê re, parastina qadên ji bandora xwe yên li Lubnan, Yemen û Iraqê ji xwe re kir armanceke bingehîn.
Tifaqa Îmar û Pêşveçûnê ku Serokwezîrê heyî Mûhammed Şîa Sûdanî pêşengiyê jê re dike di pêvajoya hilbijartinê de bal kişand ser xwe. Ev hewldanên Sûdanî ku hewl dide hem têkiliyên bi Îranê re biparêze hem jî qenalên hevkariya bi DYE, Tirkiye û welatên Kendavê vekirî bihêle, weke hewldanek ji lêgerîna hevsengiyê tê şîrovekirin.
DESTWERDANA DYE'YÊ YA NEYEKSER
Piştî zexta ji bo vetokirian guhertina li qanûna Heşdî Şabî, bandora Dewletên YekbÛyî yên Emerîkayê (DYE) a li ser Iraqê hîn şênber bû. DYE di vê pêvajoya hilbijartinê de bi rêya dîplomasiya hilbijêr, tê gotin piştgiriyeke nixumandî dide hin kes û bernameyan. Her wiha beriya demeke kurt çar komên milîs ên nêzî Îranê; Tevgera Nuceba, Tûgayên Seyyîd Şuheda, Tevgera Ensarullah Evfiya û Tûgayên Îmam Alî xist lîsteya Rêxistinên Terorê yên Biyanî.
Yek ji mijarên têne axaftin ew e ku DYE bi rêya dijberiya li Îranê danûstandinê bi Sûniyan re dike. DYE siyaseteke welê dimeşîne ku bandora Îranê û Heşdî Şabî li Iraqê kêm bike.
DI HEVSENGIYA HILBIJARTINÊN IRAQÊ DE REWŞA TIRKIYEYÊ
Di hilbijartinên Iraqê de bi taybetî li ser Kerkûkê hevrikiya navbera komên siyasî yên Kurd, Ereb û Tirkmenan ne tenê weke meseleya temsîliyeta xwecihî di heman demê de weke nîşaneya têkoşîneke bandorê ya hêzên herêmî derdikeve pêşiya mirovan. Tirkiye ji bo li ser Iraqê xwe serwer bike hem nifûsa Tirkmenan hem jî têkiliyên bi PDK'ê re bi rengekî çalak bi kar tîne.
Rêxistiniya Enqereyê ya bi rêya Tirkmenan a li xeta Kerkûk û Mûsilê bi esasî ji bo kêmkirina bandora Kurdan a li rêveberiyên xwecihî ye.
Li gel vê yekê Tirkiye bi krîza avê ya ku afirandiye, bi peymanên enerjiyê û ewlekariya sînor hewl dide li ser Bexdayê serweriyeke dîplomatîk ferz bike. Kontrola Tirkiyeyê ya li ser çavkaniyên avê yên Iraqê, amûreke ku Enqere dikare di pêvajoya hilbijartinê de vê mijarê bi kar bîne.
Şerê bandorê yê DYE û Îraê, polîtîkaya Tirkiyeyê ya zêdekirina bandorê bi rêya PDK'ê, hevsengiyên hêzê yên li Iraqê hîn tevlî hev dike. Encamên hilbijartinê yên li herêmên cihê nîqaşê yên weke Kerkûk û Şengalê, weke potansiyeleke welê tê nirxandin ku bandorê li parvekirina hatineyên petrolê û destketiyên Herêma Kurdistanê bikin.
Ji ber ku partiyên Kurd li herêmên cihê nîqaşê bi rengekî yekîtiyê tevlî hilbijartinê nabin, wê temsîliyeta Kurdan a li van qadan kêm bike.
Tirkiye jî bi birîna avê yan jî bi rêya hebûna xwe ya leşkerî û baregehên xwe dixwaze piştî hilbijartinê zextê li Bexdayê bike ku bersivê bide daxwazên wê.