Hikûmeta herêmî 120 milyar dînar radestî hikûmeta Iraqê kir
Wezareta Darayî ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 120 milyar dînar ji dahatên navxweyî radestî hikûmeta Iraqê kir.
Wezareta Darayî ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 120 milyar dînar ji dahatên navxweyî radestî hikûmeta Iraqê kir.
Wezareta Darayî ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan 120 milyar dînar ji dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê xistiye ser hesabê bankê yê wezareta darayî ya hikûmeta Iraqê.
Îro Hikumeta Iraqê wê bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re bicive. Tê gotin wê di civînê de gelek mijar werin nîqaşkirin, lê mijara mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ne di rojeva civînê de ye.
Ji ber xemsariya kabîneya nehem a Mesrur Barzanî, muçexwarên Herêma Kurdistanê di rewşek xirab de dijîn.
Heta niha mûçeyên meha Tebax, Îlon û Cotmehê yên îsal wernegirtine.