Rewşa nediyar a pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê, liv û tevgera leşkerî ya li xeta sînor, destwerdana hêzên herêmî û hevrikiya li ser korîdorên enerjî-bazirganiyê hevsengiyên li Rojhilata Navîn jinûve diyar dikin.
Lêkolîner-nivîskar Nîdal Hawarî bûyerên rojane yên li qada Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Hawarî anî ziman ku Enqere hewldanên xwe yên li siyaseta hundir û derve bi xwespartina li xeta polîtîkaya derve ya Donald Trump dewam dike û ragihand ku operasyonên li hemberî muxalefeta civakî ya hundir û lêgerînên leşkerî yên li derve parçeyek ji vê stratejiya global e.
'TAYÎNKIRIN Û ENTEGRASYON LI GORÎ BERJEWENDIYÊN HÊZÊN LI QADÊ TÊNE KIRIN'
Nîdal Hawarî ragihand ku sozên hilbijartinê yên di pêvajoya derbasbûnê ya piştî hilweşîna rejîma li Sûriyeyê hatin dayin, hate taloqkirin û got, pratîka hikumeta demkî ya bi serkêşiya Serokkomarê demkî Ahmed Şara ji çareserkirina pirsgirêkan wêdetir xizmetê ji neçareseriyê re dike.
Hawarî tayînkirina meclîsê ji aliyê rêveberiya demkî û polîtîkayên entegrasyonê nirxand û îdîa kir ku ev gav ji pêwîstiyên gelê Sûriyeyê wêdetir li gorî daxwazên hêzên li qadê diyar dibin.
Hawarî destnîşan kir ku ti peyman, entegrasyon an jî sererastkirineke qanûnî ya ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê ji xwe re neke esas wê mayinde nebe û ji aliyê civakê ve neyê qebûlkirin.
'PIRSGIRÊKÊN KURDAN, DURZIYAN Û ELEWIYAN WEKE BERÊ DEWAM DIKIN'
Nîdal Hawarî diyar kir ku li gel du salên di ser belavbûna rejîma berê derbas bûne jî pirsgirêkên bingehîn ên gelên li Sûriyeyê hîn nehatine çareserkirin, gavên têne avêtin tenê ji bo nîşandanê ne û ev nirxandin kir: "Heta niya pirsgirêkên Kurdan, Durziyan, Xiristiyanan û Elewiyan weke berê hene."
Hawarî anî ziman ku civaka Sûriyeyê di nava krîzeke giran a aboriyê de ye, bi gefa DAÎŞ'ê re rû bi rû ye û diyar kir ku hikumeta demkî ji bo daxwazên civakî-aborî yên gel bitepisîne bi ser hindikahiyan ve diçe.
HEVSENGÎ DIKARIN BIGUHERIN: DIJMINÊN DOH BÛNE TIFAQ
Hawarî bal kişand ser zemîna şematok a tifaqên taktîkî yên li herêmê û anî ziman ku Tirkiye bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re gavên ku zorê dide sînorên peymanê diavêje, ev yek jî bandorê li têkiliyên sewqiyata leşkerî dike. Hawarî işaret bi guherînbariya têkiliyên tifaqê kir û got, "Tirkiye li gorî stratejiya Emerîkayê hîn nêz tevdigere û li hemberî Îsraîlê gotinên gelekî giran û gefxwarinê dike. Bi vî rengî têkiliyên xwe yên bi Misir û Erebistana Siûdî re hîn baştir dike. Bi hêzên Hîzbûllahê yên li Lubnanê re jî têkiliyên xwe baştir kir; her wiha di ser Tirkiye û Azerbaycanê re, di ser hêzên xwe yên tifaqê yên li Sûriyeyê çekan dişîne ji Hîzbûllahê re. Ev hevsengî timî dilîzin. Hîn doh Hîzbûllah û cîhadîstên ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dikir li hemberî hev şer dikirin, lê îro ev hêz piştgiriya leşkerî didin Hîzbûllahê. Yanî çekên ku Îranê di ser wan re şand diçin ji Hîzbûllahê re."
'GELÊN KU XWEPARASTINA WAN TINE YE MUXATAB NAYÊN DÎTIN'
Hawarî destnîşan kir ku aramiya mayinde ya li Rojhilata Navîn tenê bi bidawîbûna şerê parvekirina herêmên cografî û çavkaniyên enerjiyê yên hêzên global dikare bibe û got, di nava vê zextê de gelekî girîng e ku gelên xwecihî hişmendiyeke xweparastinê ya kolektîf biafirînin.
Nîdal Hawarî têkildarî paşeroja gelan û pêwîstiya bi xweparastinê bang kir û got, "Gelên esasî yên herêmê; Elewî, Kurd û Durzî li hemberî van hêzên mezin ên global dikarin xwe çawa biparêzin? Yekane rêya vê piştevaniya gelan û xweparastina wan e. Bawer bikin, eger li Rojhilata Navîn gelek xwedî hêza xwe ya leşkerî nebe, xweparastina xwe nebe, wî gelî ji nedîtî ve tên. Biryarên ku didin hemû bi çavên serweriyê didin û îradeya wan binpê dikin."
Hawarî destnîşan kir ku divê gelên herêmê li navendekê bigihêjin hev, tevgereke xweparastinê ava bikin û got, "Pêvajoya pêş pêvajoyeke giran e û di vê pêvajoyê de wê êş dewam bike. Lê belê divê em hêviya xwe ti carî ji dest nedin û têkoşîna xwe dewam bikin. Piştevaniya hevpar a gellan û bindestan wê van êrişan pûç bike."