Gelek rêxistin wê hilbijartinên Iraqê bişopînin

Ji bo çavdêrkirina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê wê gelek rêxistin hilbijartinê bişopînin.

Berdevka Çavdêriyê ya Rêxistina Şefafiyet a Hibijartinê, Selma Fatîh derbarê çavdêriya hilbijartina parlamentoya Iraq ya li Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Selma got ku wê rêxistina wan li Herêma Kurdistan û herêmên bi nakok (herêma dikeve madeya 140) bi destûra fermî ya ji Bexda û Herêmê wergirtine, çavdêriya dengdana taybet û giştî ya hilbijartina Parlamentoya Iraqê bikin.

Li gorî Selma, wê gelek rêxistinên din jî çavdêriya hilbijartinê bikin û got, “Wê li Silêmaniyê 10, li Hewlêr 5, li Duhok 2 û li Kerkûkê jî 6 rêxistin çavdêriya hilbijartinê bikin. Her wiha tîmek xwebexş a ku ji 34 parêzeran jî pêktê, jî bo pêvajoya hilbijartinê hatiye avakirin.”

Selma di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wê bi giştî ji rêxistina wan 230 kes li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Duhokê çavdêriya hilbijartinê bikin.

Selma da zanîn ku ji bo hilbijartina giştî jî wê hezar û 921 kes li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Duhokê çavdêriya hilbijartinê bikin.

Hêjayî gotinê ye îro di saet 07:00’an de dengdana taybet a ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê destpê kiriye û wê heya saet 18:00’an dewam bike. Hilbijartina giştî jî wê di 11’ê mehê de pêk were.