DYE ji bo komên çekdar ên li Iraqê hişyarî da
Washingot, derbarê hikûmeta nû de Iraqê hişyar kir û diyar kir ku ew naxwaze endamên komên çekdar û Heşdî Şeebî di hikûmeta ku Elî Zeydî dê ava bike de wekî wezîr bên erkdarekirin.
Washingot, derbarê hikûmeta nû de Iraqê hişyar kir û diyar kir ku ew naxwaze endamên komên çekdar û Heşdî Şeebî di hikûmeta ku Elî Zeydî dê ava bike de wekî wezîr bên erkdarekirin.
Washington bi fermî Bexda hişyar kir ku ew beşdariya wezîrên komên çekdar û Heşdî Şeebî di hikûmeta nû ya Elî Zeydî de, çekên xwe deynin jî qebûl nake.
Berpirsek yê di Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê Ednan Denbûs, di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand ku ev vetoya Washingtonê rênîşandana fermî ya serokê Amerîkayê Donald Trumpe.
Ednan Denbûs, diyar kir ku komanên çekdar xwediyê îdeolojî, fikir û rêbazek wiha ne ku baweriya wan pê heye, ew jî peyrewkirina Welayeta Feqîhe ku serî ji bo tu merciyet yan biryareke Iraqî natewîne.
Her wiha got: “Ev kom tevlî dewletê nabin, çekan nadeynin, tenê bi feramana Mucteba Xameneyî wek merciyê wan ê bilind, dê bikarin çekên xwe deynin.”
Berdevkê Fermandariya Gişît yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan, jî destnîşan kir ku komîsyona taybet ji bo sînordarkirina çekan di destê dewletê de, dest bi karên xwe kiriye.
Komên wekî Nûceba, Hizbullaha Iraqê û Seyid Şûheyda danîna çekan red dikin, lê komên wek Esayîb Ehlî Heq û Ketîbeyên Îmam Elî amadebûna xwe ji bo çekên xwe radestî dewletê bikin û têkiliya xwe bi Desteya Heşdî Şeebî re bibirin nîşan dane.