Artêşa DYE'yê ragihand ku roja Duşemê ji saet 14:00 GMT û pê ve wê ambargoyê dîne ser hemû keştiyên dikevin bendergehên Îranê û jê derdikevin. Hate gotin, biryar piştî bêencammayina hevdîtinên dawiya hefteyê yên bi Îranê re hatiye wergirtin.
TRUMP: LIHEVKIRIN NE XEMA MIN E
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku ji bo wî ne girîng e ku danûstandinên bi Îranê re jinûve destpê bikin an na.
Trump got, "Ne xema min e ku vegerin an jî venegerin. Eger venegerin ji bo min qet ne pirsgirêk e."
Serokê DYE'yê Trump îdîa kir ku Îran di rewşeke zehmet de ye û destnîşan kir ku wê destûr neyê dayin ku welat bibe xwedî çeka nukleerî.
BUHAYÊ PETROLÊ ZÊDE BÛ
Piştî biryara dorpêçê buhayê petrolê gelekî zêde bû. Petrola xav a DYE'yê (WTI) ji sedî 8 zêde bû û zêdeyî 100 dolarî bû. Petrola Brent jî bi heman rengî buhayê xwe zêde bû.
TEHRAN: EM GELEKÎ NÊZÎ LIHEVKIRINÊ BÛN
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku di hevdîtinên li Îslamabadê de ew "gelekî nêzîkî" lihevkirinê bûn û Washington weke berpirsyarê serneketina hevdîtinan nîşan da. Arakçî li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyanî da û got, "Ji bo metna lihevkirinê ya Îslamabadê kêm mabû, lê em bi helwesteke dûrî lihevkirinê, bi daxwazên timî dihatin guhertin û dorpêçê re rû bi rû man."
LI TENGAVA HURMUZÊ TENGEZARÎ
Fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê Şahram îranî planên DYE'yê yên danîna dorpêçê li ser Tengava Hurmuzê bi gotina "henekî" pênase kir. Tehranê diyar kir ku ew liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dipopîne û hemûyan di bin kontrolê de dihêlin.