Di êrişên du rojên dawî yên DYE'yê de li Îranê 14 kes mirin, 78 kes birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava du rojên dawî de ji ber êrişên hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li herêmên cuda yên welêt 14 kes mirin, 78 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê li ser bîlançoya êrişên hewayî yên DYE'yê yên rojên Çarşem û Pêncşemê daxuyanî da.

Serokê Daîreya Têkiliyên bi Gel re ya Wezaretê Huseyîn Kermanpûr li ser platforma medya dîjîtal X'ê daxuyanî da û ragihand ku heta niha di êrişan de 14 kes mirin, 78 kes jî birîndar bûn.

DI DEMA AGIRBESTÊ DE ÊRIŞ LI 5 EYALETAN HATE KIRIN

Kermanpûr anî ziman ku li gel agirbestê jî DYE'yê êriş bir ser pênc eyaletên Îranê.

Kermanpûr diyar kir ku tedawiya 47 birîndaran li nexweşxaneyê dewam dike. Her wiha diyar kir ku hejmara qurbaniyan û birîndaran dibe ku zêdetir bibe.