Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de di 24 katjimêrên dawî de herî kêm 28 kes mirine û 104 kes jî birîndar bûne. Li gorî daneyên wezaretê, ji 2’yê Adarê ve hejmara miriyan derket 3 hezar û 213’an û hejmara birîndaran jî derket 9 hezar û 737’an.
Artêşa Îsraîlê piştî bajarê Nebatiye, ji bo bajarokên Machghara û Sohmor ên li Geliyê Bekayê jî fermana valakirinê da. Berdevkê bi zimanê Erebî yê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, li ser hesabê xwe yê X’ê bang li niştecihên herêmê kir û got: "Malên xwe tavilê vala bikin û ber bi bakur ve biçin."
Adraee angaşt kir ku Hizbullahê agirbest binpê kiriye û parast ku kesên li nêzî endam û dezgehên Hizbullahê ne, jiyana xwe dixin metirsiyê.
Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê diyar kir ku di bombebarana Îsraîlê ya li ser bajarokê Machghara yê li herêma Bekayê de, du jê zarok û jinek, herî kêm 11 kes mirine. Wezaretê ragihand ku xebatên rakirina kavilan berdewam dikin û jê yek zarok, 15 kes birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê jî angaşt kir ku li herêmê cihên Hizbullahê hatine lêdan.