Di bin siya şer de bi milyonan kes çûn hecê
Rêveberiya Erebistana Siûdî Erebistanê ragihand ku zêdeyî milyonek û 707 hezar Misilman îbadeta hecê ya îsal bi cih anîn. Gelek ji Hecî bi rêya hewayî gihiştin welêt.
Rêveberiya Erebistana Siûdî Erebistanê ragihand ku zêdeyî milyonek û 707 hezar Misilman îbadeta hecê ya îsal bi cih anîn. Gelek ji Hecî bi rêya hewayî gihiştin welêt.
Rayedarên Erebistana Siûdî ragihandin ku bi giştî milyonek û 707 hezar û 301 kes tevlî organîzasyona hecê ya 2026’an bûn. Li gorî daxuyaniyê zêdeyî 1,5 milyon kes ji dervey welêt hatin.
Misilmanan roja Sêşemê 26’ê Gulanê di bin germahiya 45 pile de li Mescid el-Haram îbadet kirin.
PIRANÎ BI BALAFIRÊ HATIN
Îdareya Îstatîstîkê ya Giştî (GASTAT) ragihand ku milyonek û 485 hezar û 729 kes bi balafirê ketin welêt.
Her wiha 54 hezar û 429 kes bi rêya bejahî, 6 hezar û 497 kes jî bi rêya deryayê gihiştin Mekkeyê.
HEJMARA KESÊN ÎRANÎ YÊN DIÇIN HECÊ KÊM BÛ
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îran, IRNA’yê îsal nêzî 30 hezar Îranî çûn Mekkeyê. Berê dihat payîn ku 86 hezar kesan ji bo hecê qeydên xwe çêkirine, lê ji ber rageşiya li herêmê hejmar bi rengekî cidî kêm bû.
SIÛDÎ EREBISTAN HER SAL BI MILYARAN DOLAR QEZENC DIKE
Erebistana Siûdî ya ku li Mekke û Medîneyê malûvaniyê ji mabetên herî pîroz ên Îslamê re dike, bi saya hecê û umreyê ya ku weke heca biçûk tê qebûlkirin, her sal bi milyaran dolar pere qezenc dike.
Turîzma olî ya li Mekkeyê, zêdeyî 171 milyar dolar pereyan bi Erebistana Siûdî dide qezenckirin.