Daxuyaniyên destpêkê yên piştî hilbijartinên Parlamenta Iraqê
Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamenta Iraqê û Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Iraqê piştî eşkerekirina encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentê peyamên destpêkê dan.
Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamenta Iraqê û Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Iraqê piştî eşkerekirina encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentê peyamên destpêkê dan.
Piştî ku tifaqa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hilbijartinê de bû yekemîn, Sûdanî li ser pêvajoya avakirina hikumetê axivî.
SÛDANÎ: DERIYÊ ME LI HEMÛ ALIYAN VEKIRÎ YE
Sudanî xwest ku rêz li îradeya dengdêran were girtin û kar ji bo berjewendiyên tevayî Iraqiyan bikin. Sudanî diyarkir ku ew wek Hevpeymaniya Avakirin û Pêşxistinê deriyê wan ji hemû aliyan re vekiriye.
Di dewamê de Sudanî got: “Emê ji bo pêkanîna daxwazên hemû xelkê Iraqê kar bikin, emê ji bo yên boykot kirine jî bixebitin, ji berku Iraq welatê me hemûyane. Niha pêşbirka hilbijartinê bi dawî hatiye, daxwazê ji hemû aliyek dikim ku berjewendiyên nîştimanî bixin pêş hemû tiştekî daku xizmetê ji Iraqiyan re bikîn.”
Sudanî destnîşan kir ku qonaxa bê aramnca wan avakirina hikûmetek nû ye ku bikare soz û bernameya xwe bicih bîne.
Şeva borî Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên despêkê yên hilbijartina parlementoyê ragihand. Li gor encaman, Hevpeymaniya Avakirin û Pêşxistinê ku Mihemed Şiya Sudanî serokatiya wê dike, li beramberî partî û hevpeymaniyên din serkeftinek mezin bidest xist.
JI MEŞHEDANÎ PEYAMA KARÊ HEVPAR
Serokê Parlementoya Iraqê Mehmud Meşhedanî di daxuyaniyek de ragihand ku divê di çarçoveya destura Iraqê de ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê lez were kirin.
Meşhedanî da zanîn ku divê bi awayek yekgirtî ji bo avakirina parlementoyek çalak û hikûmetek jêhatî ku bikare ji daxwazên gel re bibe bersiv, bixebitin.
Her wiha Meşhedanî ji ber pêkanîna hilbijartinê spasiya Komîsyona Bilind a Hilbijartinê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir.
JI NÛNERÊ TAYBET Ê IRAQÊ YÊ JI BO DYE'YÊ PEYAMA PIROZBAHIYÊ
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya têkildarî lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Iraqê peyamek belav kir.
Mark Savaya di peyamê de pîrozbahî li gelê Iraqê kir û got: “Ez destxweşiyê li hewlên Serokwezîrê Iraqê û hikûmeta wî ya ji bo pabendbûna bi lidarxistina hilbijartinan di wextê wê de dikim ku ev yek nîşaneyek zelale ku Iraq di rêya serweriyê de ye.”
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya tekezî kir ku Emerîka piştevaniya Iraqê, serweriya xaka wî û hewlên Bexda yên ji bo reformê dike û got: “Gelê Iraqê careke din pabendbûna xwe ya bi azadiyê, serweriya qanûnê û avakirina saziyên dewletê yên bihêz re nîşan da.”
SEROKÊ KONSEYA DADGERIYÊ IŞARET BI DEMA QANÛNÎ KIR
Serokê Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê Fayeq Zêdan li ser hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Iraqê peyamek belav kir û got: “Em partî û hevpeymaniyên siyasî yên ku di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de serketine pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”
Fayeq Zêdan bang li aliyên di hilbijartinê de serketîn kir ku di çarçoveya destûrî de danûstandinên avakirina hikûmet û parlamentoyê bilezînin da ku di dema destûrî de hikûmet û parlamento werin diyarkirin.