CENTCOM: Me li Îranê zêdeyî 170 tesîsên leşkerî xist
CENTCOM’ê ragihand ku bi armanca kêmkirina êrişên Îranê ya li ser Tengava Hurmizê, di nava 2 rojên borî de, li zêdetirî 170’ê navendên leşkerî yên li nava xaka Îranê hatiye dayîn.
CENTCOM’ê ragihand ku bi armanca kêmkirina êrişên Îranê ya li ser Tengava Hurmizê, di nava 2 rojên borî de, li zêdetirî 170’ê navendên leşkerî yên li nava xaka Îranê hatiye dayîn.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), amarên dawî yên êrişa li ser Îranê belav kir.
CENTCOM’ê ragihand ku di nava 2 rojên borî de zêdetirî 170’ê navendên leşkerî yên di nava xaka Îranê de hatiye bombebarankirin.
CENTCOM’ê eşkere kir ku sîstema parastina esmanî, navendên komkirina mûşek, dron û keştiyên leşkerî yên li deverên peravên nêzîkî Tengava Hurmizê kirine armanc.
Hate ragihandin ku ev êriş ji bo kêmkirina êrişên Îranê ya li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê ye.
Hêjayî bibîr xistinê ye Wezareta Tenduristî ya Îranê ragihandibû ku di êrişên nava du rojên borî de, 14 kes hatine kuştin û 78 kes jî birîndar bûne.