Bi bombeyê êrîşî mala aktîvîstê Iraqî hate kirin
Danê sibehê bi bombeyekê êrişî mala çalakvanê Iraqî Ebû Zeyn Abîdîn Hesnawî hate kirin. Di encama êrişê de tenê ziyanên madî çêbûn.
Danê sibehê bi bombeyekê êrişî mala çalakvanê Iraqî Ebû Zeyn Abîdîn Hesnawî hate kirin. Di encama êrişê de tenê ziyanên madî çêbûn.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin danê sibehê li parêzgeha Necef, bi bombeyekê êrişî mala çalakvanê siyasî yê Iraqî Ebû Zeyn Abîdîn Hesnawî hate kirin.
Hate zanîn di encama êrişê de ziyanek mezin a madî gihiştiye malê, lê ti ziyanên canî çênebûne.
Têkildarî êrişê Ebû Zeyn Abîdîn Hesnawî got: “Teqînê di nav malbat û zarokan de tirs û fikar çêkir.”
Hêjayî gotinêye ku hejmareke zêde ji çalakvan û rojnamevanên Iraqî dilsoziya xwe ji bo Ebû Zeyn Abîdîn Hesnawî û malbata wî anîn ziman. Her wiha êrişê wekî ‘hewldanek tirsonek û peyameke tepeserkirin û çavtirsandinê’ bi nav kirin.