Artêşa Îsraîl ragihand ku ew ê êrîşeke berfirehtir li hember Xezeyê pêk bîne

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku ew ê êrîşeke berfirehtir li hemberî bajarê Xezeyê pêk bîne.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Albay Avichay Adraee, ragihand ku ew ê operasyonên xwe yên li dijî Hamas û komên din zêde bikin.

Li gorî artêşa Îsraîlê di encama êrîşan de heta niha nêzî 480 hezar Filistînî neçar mane ber bi başûr ve koç bikin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji bajarê Xezeyê ji dawiya meha Tebaxê û vir ve nêzî mîlyonek mirov derketine û di rojên dawî de zêde bûne.

Ajansa nûçeyan a Filîstînê WAFA, da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê yên roja Înê de herî kêm 14 kes hatine kuştin.

He wiha artêşa Îsraîlê, ragihand ku di hefteya bihurî de li Şerîaya Rojava 75 Filistînî hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya Haaretzê,,di operasyonan de çek hatine desteserkirin û kesên ku tê îdîakirin ku têkiliya wan bi Hamasê re heye, bi "piştgirîdayîna çalakiyên terorîstî" hatin tawanbarkirin. Sê kesên ku bi çêkirina roketan têne tawanbarkirin li gundê Kafr Ni'ma, nêzîkî Ramallah hatin binçavkirin.