Şam: Bi Îsraîlê re wê heta dawiya salê çend peyman bêne mohrkirin
Hate ragihandin ku di navbera Sûriye û Îsraîlê de heta dawiya salê wê gelek peymanên li ser ewlekariyê bêne mohrkirin.
Hate ragihandin ku di navbera Sûriye û Îsraîlê de heta dawiya salê wê gelek peymanên li ser ewlekariyê bêne mohrkirin.
Ji Wezareta Karên Derve ya hikumeta demkî ya li Şamê çavkaniyekî ji AFP'ê re ragihand ku herdu welat ji aliyê teknîkî ve di nava şer jî de bin, di danûstandinan de gav hatine avêtin û got, "Heta dawiya salê wê çend peyman pêk werin. Ya destpêkê wê li ser mijarên leşkerî û ewlekariyê peyman bêne mohrkirin."
Di vê demê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad el-Şîbanî roja Pêncşemê serdana destpêkê li Washîngtonê kir. Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve di rojeva vê serdanê de rakirina pêkanînên li ser Sûriyeyê hebû.
Ev yek yekemîn serdana fermî ya piştî 25 salan a Wezîrekî Karên Derve yê Sûriyeyê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bû.