Îsraîlê dest danî ser keştiya dawî ku berê xwe li Xezeyê bû

Hêzên Deryayî yên Îsraîlê dest danîn ser keştiya dawî ya fîloya navneteweyî ku ber bi Xezeyê ve diçû.

Keştiya bi navê "Marinette" ya bi ala Polonyayê ku 6 kes tê de bûn, sibeha Înê li peravên Xezeyê ji aliyê komandoyên Îsraîlê ve hate rawestandin.

Di dîmenan de ku li medya dîjîtal bi zindî hatin weşandin, hate dîtin ku hêzên Îsraîlê li keştiyê operasyon kirine.

Fîloya ji 44 keştiyan ku navê "Global Sumud" lê hatibû kirin, bi armanca şikandina dorpêça li ser Xezeyê bi rê ketibû. Lê belê keştiyên li nava fîloyê hemû ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin astengkirin û desteserkirin.