Îsraîl li Lubnanê dest bi operasyona bejayî kir
Îsraîl li başûrê Lubnanê ya herêma ku wekî "Xeta Zer" bi nav dike operasyona bejayî da destpêkirin.
Îsraîl li başûrê Lubnanê ya herêma ku wekî "Xeta Zer" bi nav dike operasyona bejayî da destpêkirin.
Li gorî televîzyona dewleta Îsraîlê KAN’ê, artêşa Îsraîlê li derveyî bi dehan bajarokên li başûrê Lubnanê ku dagir kiriye, operasyona bejayî da destpêkirin. Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê tevî agirbestê jî, li derveyî herêma li başûrê Lubnanê ku wekî "Xeta Zer" pênase dike operasyona bejayî da destpêkirin.
Hat ragihandin ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku gelek bajarokên li başûrê Lubnanê dagir kiriye, îro kete bajarokê Zautar Rojhilat a ku li bakurê Çemê Litaniyê ye.
Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu duh êvarê ferman da artêşê ku êrîşên li ser Lubnanê zede bike.