Îsraîl li Derayê ber bi pêş ve çû
Hêzên Îsraîl li bejahiya Dera ya li herêma Seyda El Hanût ber bi pêş ve çû û nuqteyeke kontrolê ya demkî ava kir. Leşkerên li nuqteya kontrolê, rêwiyên di rê de derbas dibin kontrol dikin.
Hêzên Îsraîl li bejahiya Dera ya li herêma Seyda El Hanût ber bi pêş ve çû û nuqteyeke kontrolê ya demkî ava kir. Leşkerên li nuqteya kontrolê, rêwiyên di rê de derbas dibin kontrol dikin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên Îsraîlê li gundên Derayê di xaka Sûriyeyê de bi pêş ve hat. SOHR’ê destnîşan kir ku leşkerên Îsraîlê bi 5 erebeyan pêş ve hatin, bê yî tu hêz wan asteng bike li ser rê bendeke kontorolê ya demkî danîn. Rêwî kontrol dikirin, paşê vekişiyan.
Ev pêşve hatina hêzên Îsraîlê hemwextî zêdebûna tundiyê li eniya başûrê Sûriyeyê ku di hefteyên derbasbûyî de zêde bûye, pêk hat. Di heman demê de tevgera balafiran ên artêşa Îsraîlê di herêma navborî de zêde bûye.
Roja şemiyê jî SOHR’ê ragihand ku hêzên Îsraîlê bi 3 tank û hejmarek erebe li nêzî benda kontrolê ya El Siqêrî ya berê ku li nêzî destpêka Otostrad El Selam bi cih bûn.
Li aliyê din 4 tankên Îsraîlê yên ber bi bajaroka El Semdaniye ya gundên Quneytira bi pêş ve hatin. Bi wan re çend alavên leşkerî hebûn. Vê hêzê jî bendeke kontorlê li ser riya di navbera bajarokên Ciba û Xan El Ernebe çêkir. Rêwî kontrol dikirin, der barê girtî çêbûn an na tu agahî nehate zanîn.
Ev tevgera artêşa Îsraîlê bi piştgiriya ezmanî ya balafirên şer û keşfê pêk hat.