Îsraîl: Em ê li Xezeyê bi hêzeke mezin operasyonê bikin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li bajarê Xezeyê 'bi hêzeke zêdekirî' operasyonê bimeşîne.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li bajarê Xezeyê 'bi hêzeke zêdekirî' operasyonê bimeşîne.
Berdevkê artêşê Albay Avichay Adraee li ser hesabê X'ê daxuyaniyek da û ji şêniyên bajêr re got, "Em bi biryar in ku Hamasê têk bibin û em ê bi hêzeke zêdekirî li bajarê Xezeyê operasyonê bimeşînin. Di ser xeta El Reşîd tavilê tehliyeyê bikin."
Îsraîlê rojên dawî gelek caran banga tehliyeyê li sivîlên li Xezeyê kir û li bajêr êrîşên hewayî zêde kir.
KATZ: EGER ÇEK NEYÊ DANÎN WÊ XEZE BÊ TINEKIRIN
Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Doh baregehek bêmînak li Xezeyê rabû. 30 avahiyên terorîst hatin hilweşandin û li dehan hedefan hate xistin."
Katz got, "Eger terorîstên Hamasê dest ji çekan bernedin û hemû dîlgirtiyan bernedin, wê tine bibin. Xeze jî wê tine bibe."
Katz her wiha li ser hesabê xwe yê X'ê dîmenê hilweşandina avahiyekê parve kir.
סופת ההוריקן היכתה אתמול בעזה בעוצמה חסרת תקדים. 30 בנייני טרור רבי קומות הותקפו ונהרסו ועוד עשרות רבות של מטרות טרור הופצצו והושמדו, לסיכול תשתיות התצפית והטרור ופילוס הדרך לכוחות המתמרנים.
— ישראל כ”ץ Israel Katz (@Israel_katz) September 9, 2025
אם מחבלי החמאס לא יניחו את הנשק וישחררו את כל החטופים - הם יושמדו ועזה תיחרב. pic.twitter.com/YnK30yCFxg