Îranê hişyarî da: Em ê bi barana fuze û droneyan bersivê bidin
Şêwirmendê leşkerî yê lîderê olî yê Îranê Ruhsen Rezayi ragihand ku eger DYE li dijî Îranê dest bi êrişeke nû bike, ew ê bi "Barana ji fuze û amûrên hewayî yên bêmirov" bersivê bidin.
Şêwirmendê leşkerî yê lîderê olî yê Îranê Ruhsen Rezayi ragihand ku eger DYE li dijî Îranê dest bi êrişeke nû bike, ew ê bi "Barana ji fuze û amûrên hewayî yên bêmirov" bersivê bidin.
Rezayi li ser platforma medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û got, "Li hemberî her êrişê û her fîşekê wê bi pêla ji fuze û droneyan bersiv bê dayin."
TEHRAN: KÛWEYT Û BAHREYN XWEDÎ BERPIRSYARIYÊ NE
Wezareta Karên Derve ya Îranê, êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser tankereke petrolê ya Îranê ya li Tengava Hurmuzê û navendeke telekomunîkasyonê ya li Girava Kişmê şermezar kir. Rêveberiya Tehranê îdîa kir ku êrişên navborî binpêkirina peymana agirbestê û hiqûqa navneteweyî ye.
Di daxuyaniya wezaretê de hate îdîakirin ku DYE di operasyonên xwe de xak û navendên li Kûweyt û Bahreynê bi kar tîne, lewma ew welat xwedî berpirsyariyeke şênber û rasterast e. Îranê diyar kir ku mafê wan ê parastina rewa heye û di dema pêş de wê êrişê bibin ser çavkaniya êrişan.
LI KÛWEYTÊ DI ÊRIŞÊ DE KESEK MIR
Wezareta Karên Derve ya Kûweytê jî ragihand ku di êrişên fuze û droneyan ên Îranê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Îmaratê jî bang li welatên Kendavê kir ku li hemberî êrişan helwesteke hevpar nîşan bidin.