Îranê hêza leşkerî li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê bi cih kir
Îran piştî şerê xwe yê bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest bi avakirina baregehên nû û lêkirina dîwêr kir.
Îran piştî şerê xwe yê bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest bi avakirina baregehên nû û lêkirina dîwêr kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, Îranê piştî şerê bi DYE û Îsraîlê re hêzeke mezin a leşkerî ber bi sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ve şand.
Hate ragihandin ku li qada sînor a navbera bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Pênciwên a Başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên nû hatine avakirin û dîwar tê lêkirin.
Vê rewşê çûnûhatina kolberên ku ji neçarî karê kolbertiyê li ser sinor dikin gelek zehmet kiriye û metirsiyek mezin xistiye li ser jiyana kolberan.
Di meha Hezîranê de rejîma Îranê li Bane, Pawe, Merîwan û Mihabadê dest bi operasyonên leşkerî kir û li hin cihan jî şer di navbera hêzên rejîmê û hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de rû da.
Di encama şer de 4 gerîlayên YRK’ê û 6 pêşmergeyên PDK-Î şehîd bûn. Li hemberî vê yekê jî Ciwanên Nîştimanperwerên Kurdistanê 3 nokerên rejîmê ceza kirin. YRK’ê jî ragihand ku di şer de ji hêzên pasdarên Îranê kuştî û birîndar çêbûne.