Îranê gef xwar: 'Heta ku aramî pêk were’ wê êrîş berdewam bikin

Pasdarên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrîşên di rageşiya bi DYE’yê re "heta ku aramî pêk were” wê berdewam bikin. Îranê ragihand ku wan baregeheke DYE’yê ya li Qeterê hedef girtiye, di heman demê de artêşa Kuweytê jî ragihand ku di êrîşên Îranê de leşker

Fermandarê Hêza Hewayî ya Pasdarên Şoreşê yên Îranê Mecîd Mûsavî bi rêya medyaya dewletê daxuyanî da û diya kir ku êrîşên Îranê bi taybetî li dora perava başûr a welêt û Tengava Hurmuzê "heta ku aramî pêk were” wê berdewam bikin.

LI GOR TEHRANÊ 2 BAREGEHÊN DYE’YÊ YÊN LI QETERÊ HATIN HEDEFGIRTIN

Pasdarên Şoreşê ragihand ku wan êrîşeke "giran û ji nişka ve" li ser Baregeha Hewayî ya El Udeid a DYE’yê li Qeterê pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş wekî “bersivdayîna êrîşên DYE’yê” hatiye kirin.

KUWEYT: LEŞKERÊN ME BIRÎNDAR BÛN

Serfermandariya Giştî ya Kuweytê ragihand ku di êrîşên Îranê yên roja Înê de gelek tesîs û wargehên leşkerî bûne hedef û gelek leşker birîndar bûne. Derbarê hejmara leşkerên birîndar de ti agahî nehat dayîn.

Artêşa Kuweytê 3 roj berê ragihand ku çar endamên ekîbê di êrîşeke li ser keştiyeke leşkerî de birîndar bûne.

ÎRANÊ BANGA TESERÛFA CERYANÊ KIR

Wezareta Enerjiyê ya Îranê piştî êrîşên hewayî yên dawî yên DYE’yê, bang li welatiyan kir ku ji ber hedefgirtina binesaziya elektrîkê li başûrê welat û germahiya zêde bi karanîna klîmayê kêm bikin.

Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Îranê IRNA’yê, di êrîşên DYE’yê yên şevê din de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku 6 pirên li eyaleta Hurmuzganê, li başûrê welat balafirgehek û îstasyona trênê hedef hatin girtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê jî ragihand ku ji 22’yê Hezîranê ve di êrîşên hêzên DYE’yê yên li ser Îranê de 38 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.