Îranê êrişî baregehên DYE’yê yên li Kuwêt, Qeter, Behreyn û Urdinê kir
Îranê ragihand ku ew êrişî nuqteyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuwêt, Qeter, Behreyn û Urdinê kirine.
Îranê ragihand ku ew êrişî nuqteyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuwêt, Qeter, Behreyn û Urdinê kirine.
Îranê daxuyand ku di çarçoveya bersivdana êrişên Amerîkayê yên li dijî xaka Îranê de, wê nuqte û binesaziyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuwêt, Urdun, Qeter û Behreynê kirin armanc.
Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de ji bo medyaya dewletê got ku wê bi dron û mûşekan pergalên parastina asîmanî yên Patriot li Kuweytê, navendeke hişyariya zû li Qeterê û depoyeke sotemeniyê ya leşkerî ya Amerîkayê li Behreynê hedef girtin.
Kuwêt jî ragihand ku pergalên parastina asîmanî mûşekek krûz, 3 mûşekên balîstîk û 10 dronên ku ketine qada hewayî ya wê asteng kirine û ji ber van êrişan kesek birîndar bû.
Urdunê jî daxuyand ku wê hejmarek mûşek li qada xwe ya asîmanî asteng kiriye û Qeterê jî banga kêmkirina aloziyê û vegera li rêya dîplomatîk kir.