Îranê droneyeke DYE'yê anî xwarê

Hêzên Îranê ragihandin ku droneyeke bi tîpa MQ-1 a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) aniye xwarê.

Îranê daxuyaniyek da û diyar kir ku droneyeke bi tîpa MQ-1 a DYE'yî ji ber ku qada hewayî binpê kiriye, hatiye xistin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê, sîstema parastina hewayî ya ser bi Artêşa Muxafizên Şoreşê tevgera droneyekê şopand û piştî ku ket qada hewayî ya Îranê bi fuzeyê anî xwarê.

Hêzên Parastina Hewayî ya Îranê diyar kir ku qada hewayî û qada deryayî ya Îranê bi temamî di bin kontrola wan de ye.

Her wiha hate ragihandin ku wê "bersiveke tund" ji êriş û tevgereke nû re bê dayin.