Îranê 2 kesên din darve kir
Rejîma Îranê bi hinceta ku tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne Mêhrdad Mohemmedînîya û Aşkan Malêkî darve kir.
Rejîma Îranê bi hinceta ku tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne Mêhrdad Mohemmedînîya û Aşkan Malêkî darve kir.
Mêhrdad Mohemmedînîya û Aşkan Malêkî yên di çalakiyên meha Çileyê de hatin girtin, hatin darvekirni. Li gorî nûçeya Mîzanê, girtiyên Kurd ên bi navê Mêhrdad Mohemmedînîya û Aşkan Malêkî li girtîgeha Qêzêlhêsar a Kerecê hatin darvekirin.
Herdu girtî bi îdîay" "Karê operasyonî li dijî ewlekariya welêt ji bo Îsraîl û DYE'yê kirin", "sîxurî", "şewitandina dibistana olî û mizgeftê", "Mohabere" û "Zerardayina li milkên dewletê û yên taybet" dihatin sûcdarkirin.