Îran girtiyek din darve kir û 6 girtî di bin xetereya darvekirinê de ne

Di demeke ku kampanyaya ‘Sêşemên ji darvekirinan re’ didome de, li Îranê girtiyek din hat darvekirin û 6 girtî jî di bin xetereya darvekirinê de ne. Her wiha girtiyên siyasî yên jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatin hiştin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya kampanyaya 'Sêşemên ji darvekirinan re na' ku di hefteya xwe ya 122’yemîn de berdewam dike, girtiyên siyasî yên li 56 girtîgehan, di nav de Evîn, Qizilhisar, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Karçak, Şiban Ahvaz, Sepidar Ahvaz, Adilabad Şîraz, Zahîdan, Meşhed, Reşt, Ûrmiye, Mehabad, Bokan, Merîwan, Sine û Îlam di greva birçîbûnê de ne.

Di daxuyaniya kampanyayê de, hat destnîşankirin ku darvekirinên siyasî li welêt bileztir dibin û bang li rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan hate kirin ku helwesteke bi bandortir li dijî darvekirinên li Îranê nîşan bidin. Ji destpêka salê ve, herî kêm 72 kes hatin darvekirin û hat gotin ku zêdetirî 25 ji van girtiyan bi sûcên siyasî û ewlekariyê hatin darizandin.

Di daxuyaniya kampanyayê de, hat diyarkirin ku di hefteya borî de girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Zele û Kerîm Yakubpur û her wiha Abbas Ekberiya Feyzabadî ku beşdarî xwepêşandanên meha Çileyê bûn, hatin darvekirin. Her wiha hat ragihandin ku Mucteba Kiyan bi îdîaya 'sîxuriyê' hatiye darvekirin.

Kampanyayê, ragihand ku di rojên dawî de cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî Menuçehr Falah ê ku li Girtîgeha Lakan a Reştê girtî careke din hat erêkirin. Her wiha hat gotin ku cezayên darvekirinê yên Ruhullah Kerkî yê li Girtîgeha Şehban a Ahvaz Şeybanê û Milad Armon, Nevîd Necaran, Mehdî Îmanî û Seyid Muhammedmehdi Huseynî yên ku di doza 'Taxa Ekbatan' de hatin darizandin jî hatiye erêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dîroka nêz a Îranê bi jinên berxwedêr ku ji bo azadî û wekheviyê canê xwe feda kirine tije ye. Bi taybetî di deh salên dawî de, jin di eniya pêş ên têkoşîna civakî de cih girtin."

Di daxuyaniyê de, her wiha hat diyarkirin ku girtiyên jin ên li beşa jinan a Girtîgeha Evînê her Sêşem dirûşmên li dijî darvekirinê berz dikin û ji ber vê yekê mafê wan ê telefonê û serdanê tê sînordarkirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û Parlementa Ewropayê di van demên dawî de daxuyaniyên şermezarkirina darvekirinên li Îranê belav kirin û banga zêdekirina zextên navneteweyî kirine.