Îran: Di êrîşên dawî de 50 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku êrişên dawîn ên Amerîkayê de 50 kes hatin kuştin û zêdetirî 500 kes birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku êrişên dawîn ên Amerîkayê de 50 kes hatin kuştin û zêdetirî 500 kes birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Hisên Kermanpûr diyar kir ku di êrişên 3 hefteyên dawîn ên hêzên Amerîkayê de 50 kes hatin kuştin û zêdetirî 500 kes birîndar bûn.
Kermanpûr got, di nava qurbaniyan de jin û zarok hene. Her wiha destnîşan kir ku 27 birîndar emeliyet bûn, 460 ji nexweşxaneyan derketin û 37 birîndar hîna tên dermankirin.
Hate ragihandin ku li nêzî devera Yezed û derdora Ahwazê û gelek deverên din ên Îranê teqîn rû dan.