Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin: Bi dehan kes hatin kuştin

Êrişên Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê û zextên veguhestinê dewam dikin. Di bombardûmana giran de bi dehan sivîl hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê ji bo veguhestina bi lez bang li gundiyên Ayn Kana (Aïn Qana) ya li Başûrê Lubnanê kir. Berdevkê Erebî yê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îdîa kir ku Hîzbûllahê peymana agirbestê binpê kiriye û ji gundiyan xwest, ku bi lez herêmê biterikînin.

Di daxuyaniyê de ku li ser Telegramê hate weşandin, bang li sivîlan hate kirin ku bi hinceta ewlekariyê ji malên xwe derkevin û herî kêm bi hezar metreyî berê xwe bidin qadên vekirî.

LI ŞUEYFATÊ SÊ SIVÎL HATIN KUŞTIN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di êrişa Îsraîlê de ya li herêma Şueyfatê sê kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dan; jinek, keça wê û zarokekî ji Sûriyeyê bû. Di êrişê de sê jê zarok û pênc jê jin 15 kes jî birîndar bûn.

HEJMARA QURBANIYAN 3 HEZAR Û 320 DERBAS KIR

Li gorî rayedarên Lubnanê, di êrişên Îsraîlê de yên roja Pêncşemê hatin kirin, li seranserê welêt herî kêm 26 kes mirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ji 2'ê Adarê dema destpêkirina êrişên Îsraîlê û vir ve 3 hezar û 324 kes mirin, 10 hezar û 27 kes jî birîndar bûn.