ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Îsraîlê muxalefeta çep kampanyaya hilbijartinê da destpêkirin
Li Îsraîlê partiya çep a Demokratan, beriya hilbijartinên giştî yên 27’ê Cotmehê lîsteya xwe ya namzetan diyar kir û kampanyaya hilbijartinê bi fermî da destpêkirin. -
Îranê êriş bir ser baregehên DYE'yê: Hişyariya 'Wê êrişên hîn xurt bên'
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku li navendên leşkerî yên DYE'yê yên li Bahreyn û Kûweytê xistine. Washingtonê jî diyar kir ku li ser hev 10 şev in êrişên hewayî dibe ser hedefên leşkerî yên li Îranê. -
Xelîl el-Heyya bû serokê nû yê buroya siyasî ya Hamasê
Hamasê ragihand ku piştî qetilkirina Yahya Sinwar, sermuzakervan Xelîl el-Heyya wekî serokê nû yê buroya siyasî hat hilbijartin. Tê payîn ku El-Heyya hefteya bê bi awayekî fermî wezîfeyê dewr bigire. -
Li Basrayê droneyek ket
Li navçeya Faw a Basrayê balafireke bêmirov li bexçeyekî vala ket. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. -
Rageşiya li Rojhilata Navîn buhayê petrolê jinûve zêde kir
Dewamiya Êrişên DYE'yê yên li ser Îranê û şewata li keştiyeke li Tengava Hurmuzê bazara petrolê xist nava liv û tevgerê. Petrola Brent ji sedî 2,7 zêde bû û bû 90 dolar. -
Ji DYE’yê bomberdûmana şeva 9’emîn, Îranê êrîşî hedefên li Kendavê kir
Artêşa DYE’yê diyar kir ku wê êrîşên xwe yên hewayî yên şeva nehemîn ên li ser Îranê temam kirine, Tehranê jî da zanîn ku wê êrîşî hedefên leşkerî yên DYE’yê yên li Sûriye, Urdin û Kuweytê kiriye. -
CENTCOM: Pêla 9'emîn a êrişên hewayî ya li ser Îranê qediya
CENTCOM'ê ragihand ku pêla 9'emîn a êrişên hewayî yên li ser Îranê vê sibehê bi serketî qediya. -
Leşkerekî DYE’yê di êrîşa li Hewlêrê de hat kuştin
Fermandariya Navenda Hêzên Amerîka (CENTCOM) ragihand ku di encama êrişa duh a droneke xwekuj de leşkereke wan li Herêma Kurdistanê hatiye kuştin. -
Li Îranê du xwepêşander hatin darvekirin
Rejîma Îranê du ciwanên ku di dema xwepêşandanên herî dawî de hatibûn girtin, bi darve kir. Her wiha metirsiya darvekirinê li ser 10 xwepêşanderên din heye. -
Ji Iraqê plana xeta petrolê ya alternatîfa Tengava Hurmuzê
Iraq, ji bo ji aliyê petrolê ve neçariya bi Tengava Hurmuzê kêm bike avakirina xeteke nû ya petrolê dinirxîne ku ji Basrayê bigihêje kerkûkê, ji wir jî derbasî Bendergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê bibe. Her wiha Bendergeha Baniyasê jî li ser maseyê ye. -
Di êrîşa Îranê ya li ser Urdunê de 2 leşker hatin kuştin û yek winda ye
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku dema bersivdayîna êrişên Îranê 2 leşkerên wê li Urdunê hatin kuştin û yek winda ye. -
Îran: Di êrîşên dawî de 50 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku êrişên dawîn ên Amerîkayê de 50 kes hatin kuştin û zêdetirî 500 kes birîndar bûn. -
Li Xezeyê di nava 48 saetan de 19 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê da zanîn ku di encama êrîşên Îsraîlê yên 48 saetên dawiyê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne. -
Iraq û Sûriyeyê peymana nûkirina xeta petrolê îmze kir
Iraq û Sûriyeyê bi piştgiriya Amerîkayê peymana nûkirina xeta petrolê ya di navbera Hedîsa û Banyasê de îmze kir. -
Îranê gef xwar: 'Heta ku aramî pêk were’ wê êrîş berdewam bikin
Pasdarên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrîşên di rageşiya bi DYE’yê re "heta ku aramî pêk were” wê berdewam bikin. Îranê ragihand ku wan baregeheke DYE’yê ya li Qeterê hedef girtiye, di heman demê de artêşa Kuweytê jî ragihand ku di êrîşên Îranê de leşker -
Li 3 bajarên Iraqê 5 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku wan li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Nînowayê 5 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Îran: Li gorî bîlançoya dawî di êrîşên DYE’yê de 38 kes mirin, zêdeyî 400 kes birîndar bûn
Îranê ragihand ku di êrîşên dawî yên DYE’yê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes birîndar bûn û diyar kir ku ji 22’yê Hezîranê û vir ve ji ber êrîşan bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
DYE'yê hişyarî da: Neçin Iraqê
Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Bexdayê hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Iraqê nekin. -
Îranê ragihand ku li baregeha berê ya DYE'yê ya li Sûriyeyê xistiye
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku li navenda fermandariyê ya operasyonên taybet a DYE'yê ya li herêma El-Tanf a li Sûriyeyê xistine. Êrişên DYE'yê yên li ser Îranê jî di şeva şeşemîn de dewam kirin. -
DYE’ê di şeva şeşemîn a operasyonên li dijî Îranê de êrîşên hewayî pêk anî
Artêşa DYE’yê ragihand ku ew di şeva şeşemîn de li dijî Îranê êrîşên hewayî kirin. Li Buşehr, Ahvaz, Bender Ebbas û Girava Qeşmê teqîn çêbûn û artêşa Kuweytê ragihand ku ew di qada hewayî de 32 balafirên bêmirov ên Îranê bêbandor kirine. -
Di encama êrîşa li ser Xezeyê de 5 kes hatin kuştin
Rayedarên qada tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama êrişên hêzên Îsraîlê de 5 kes hatin kuştin. -
Li Bendergeha Basrayê êrişa bi droneyê
Li bendergeha Basrayê ku bendergeha herî mezin a firotina petrolê ya Iraqê ye, bi droneyê êriş li keştiyeke petrolê hate kirin. Di encamê de karê dagirtina petrolê li keştiyan bi demkî hate rawestandin. -
Rejîma Îranê xwepêşandêrekî din darve kir
Li Îranê, Arîf Xoşkar ê ku di serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de hatibû girtin, hate darvekirin. -
Li Misrê operasyona 'Nifşê Z': 60 kes hatin binçavkirin
Li Misrê, bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi koma muxalîf a bi navê "Gen Z" heye, nêzî 60 kes hatin binçavkirin. -
Serokwezîrê Iraqê Zeydî êrişa li Hewlêrê şermezar kir
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî êrişa doh bi şev a li Hewlêrê şermezar kir û ragihand ku wê hewldanên bi vî rengî ji nedîtî ve neyên.