ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Dirbêsiyê spartin axê
Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbesiyê cenazeyên 4 şevanên QSD`ê ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, bi merasîmekê spartin axê. -
Xelkê Kobanê dewriyea Tirk-Rûs dan ber keviran
Di çarçoveya mutabeqata di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsya, hêzên Tirk-Rûsya li rojhilatê Kobanê dest bi dewriyeyê kirin. Welatiyên Kobanê karwanê dewriyeyê dan ber kevirina. -
Bi SÎHA’yan êrîşî gundekî Til Temirê kirin
SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker gundekî Til Temirê bomberdûman kirin. -
'Em ê bi rêxistiniya xwe li dijî dagirkeriyê bi ser bikevin'
Berdevka Kongreya Star a Serêkaniyê Selva Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê dike û got, herî zêde êrîşî jinan dike. Ehmed diyar kir, "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, em ê bi mezinkirina berxwedana xwe bi ser bikevin." -
Li navenda bajarê Girê Spî teqîneke mezin pêk hat
Li navenda bajarê Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin teqîneke mezin pêk hat. -
Li Dêrazor û Şedadê li dijî dagirkeriyê seferberî
Li ser banga rûspî û şêxên li Dêrazor û Şedadê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker seferberî hate destpêkirin û bi dehan ciwanan peywir stendin. -
Çeteyên dagirker gel dişêlînin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên ku dagir dikin gel dişêlînin. -
Rêveberiya Serêkaniyê: Em ê bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin
Hevserokên Meclîsa Gel a Serêkaniyê bal kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Serêkaniyê û gotin, wê bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin. -
Li Qenteriyê dagirker tarûmar bûn: 15 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê li gundê Qenteriyê ya Eyn Îsa derbên giran li leşkerên Tirk û çeteyên wê hate xistin. Di şerê li gund rû da de 15 çete hatin kuştin, 11 çete jî birîndar bûn. -
Gundê Bîr Îsa ji dagirkeran hate paqijkirin
Şervanên QSD’ê gundê Bîr Îsa piştî şerê rûdayî û şûnde ji dagirkeran paqij kirin. -
Şervana DKP/Birlik Ceren Guneş li Rojava şehîd bû
Endama MK a Partiya Komunaran a Şoreşger/Birlik Ceren Guneş (Ozge Aydin) di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ket. -
Dewleta Tirk bombe li derdorî kampa Eyn Îsa dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li rojavayê kampa Eyn Îsa ya girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barand. -
Rêveberiya Xweser bang li NY’yê kir ku ji bo sivîlan komîteyek bê avakirin
Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ji bo lêkolînkirina rewşa sivîlan a dewleta Tirk êrîşî wan kirî û parastina sivîlan a ji êrîşan bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku komîteyek bê avakirin. -
Li Efrîn û Ezazê 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di çalakiyên hêzên wan de li Efrîn û Ezazê 3 çete hatine kuştin. -
Li Eyn Îsayê wesayiteke çeteyên Tirk hate rûxandin
Li gundekî Eyn Îsa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wesayiteke ku tê de çeteyên dewleta Tirk hebû tevî yên tê de hate rûxandin. -
Dagirkeran li Girê Spî derba giran xwarin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Li du gundên Girê Spî şervanên QSD'ê derba giran li dagirkeran xistin. -
Li Til Temirê ji ber mayîna Tirkan 2 sivîl birîndar bûn
Li gundê Reyhaniyê yê Til Temirê mayîneke dewleta Tirk a dagirker teqiya û du kesên sivîl birîndar bûn. -
Li Til Koçerê êrîşî hêzên eşîra Senadîdê hate kirin
Li Til Koçerê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî bendeke kontrolê hate kirin. Di vê êrîşê de sê kesên ji eşîra Senadîdê mirin. -
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê teqînek pêk hat
Li navenda navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê teqîneke bi hêz rû da. -
Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê sivîlekî din qetil kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Ereb Hesen ê Minbicê sivîlek qetil kirin. -
QSD: Dewleta Tirk gel dide koçkirin
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyêl diyar kir ku dewleta Tirk li qadên ku dagir kiriye bi êrîş û bomberdûmanan dixwaze gel bide tirsandin û li şûna gelê ku koç dike jî komên terorîst bi cih bikin. -
Li Duisburg û Charleroiyê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Duisburg a Elmanyayê û li bajarê Charleroî ya Belçîkayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. -
Dagirkeran li Eyn Îsayê derbên giran xwarin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Eyn Îsayê kir û li hemberî berxwedana QSD’ê derbên giran xwarin. Dagirker neçar man ku vekişin. -
Dagirkeran êrîşî M4’ê kirin û derbeke giran xwarin
Dagirker ji bo ku rêya di navbera herêmên Firat û Cizîrê qut bikin êrîşî rêya M4’ê kirin. Şervanên QSD’ê ev êrîş şikandin û du wesayîtên dagirkeran îmha kirin. -
Foza Yûsûf: Agirbest komplo ye, divê NY nebe hevkarê sûc
Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif diyar kir ku agirbesta bi dewleta Tirk re li hemberî gelên herêmê komployek û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila nebe hevkarê qirkeran.