ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîd Sîpan Efrîn bi merasîmekê veşartin
Fermandarê QSD’ê Sîpan Efrîn ê rojên borî ji ber krîza dil şehîd bûbû, li Dirêkê bi tevlîbûna hezaran kesî li Dêrikê bi merasîmekê veşartin. -
Artêşa Tirk a dagirker bombe li Til Rifatê barandin
Artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifat a hê jî bi hezaran sivîl lê dijîn, dan ber topan. -
Ji bo gelê Girê Spî li Til Semenê kamp hate danîn
Ji bo gelê Girê Spî ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ji bêgavî koç kirî li Til Semenê kamp hate danîn. Rêveberiya Kampê xwest ku saziyên alîkariyê alîkarê wan bin. -
Li Tebqayê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Tebqayê cenazeyê Osman Hebeş û Xalîd El-Ehmed ku di êrîşa li dijî avahiya Miduryeta Bazriganiyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Tebqayê veşartin. -
QSD: Êrîşên dagirkirinê ên li dijî sivîlan dewam dike
QSD’ê encamên êrîşên dagirkeriyê yên roja 77’an a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku topbarana li ser jîngehên sivîlan ziyanên didin mal û milkên welatiyên sivîl -
Cenazeyê şehîdê YPG'ê Remzî Ebdo veşartin
Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şervanê YPG’ê Ristem Cûdî li Goristana Şehîdan a gundê Pino ya herêma Şiqeyêfê bi merasîmekê veşartin. -
Dewleta Tirk êriş bir ser gundên Girê Spî
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundên Girê Spî kir. -
Şervanên QSD’ê êrîşa li ser rêya M4 têk birin
Şervanên QSD’ê êrîşa dagirkan a ji sê baskan ve ku rêya M4 a navneteweyî bigirin, têk birin. -
Fermandariya Giştî ya QSD’ê Şehîd Sîpan bibîr anî
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şoreşger û kedkarê Kurdistanê Sîpan Efrîn ê şehîd bûye bibîr anî. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Omer hate veşartin
Welatiyên navçeya Dirbesiyê ya Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ayaz Omer bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin. -
Daxuyaniya QSD'ê ya der barê êrişên dagirkeriyê
QSD'ê ragihand ku êrişên artêş û çeteyên dewleta Tirk ên li dijî Rojava dewam dikin. -
Qada şerê du xetan: Rojava –2
Li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi hezaran salan e ku gel, netewe, bawerî û etnîsîteyên cihê bi hev re dijîn. -
Li Dêra Zorê 3 teqîn pêk hatin
Li bajarokê Bisêra ya Dêra Zorê li pey hev 3 teqîn pêk hatin. -
Li Reqayê du teqîn pêk hatin
Li Reqayê du teqîn li pey hev pêk hatin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Girê Spî û Eyn Îsayê bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirbet Beqer yê Girê Spî û gundê Erîda yê Eyn Îsayê bombebaran dike. -
Mamostayên Reqayê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Mamostayên Reqayê yên ku nerazîbûn nîşanî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da, li dijî binpêrkirinên dewleta Tirk bang li civaka navneteweyî da. -
Li Efrînê 4 sivîl hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 4 sivîl revandin. -
Li Tebqayê li dijî Midûriyeta Bazirganiyê êrişeke çekdarî pêk hat
Li dijî avahiya Midûriyeta Bazirganiyê ya Tebqayê êrişeke çekdarî pêk hat. Ji ber êrişê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
QSD: Êrişên dagirkeriyê dewam dikin
QSD'ê ragihand ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî gundên Serêkaniyê, Til Temirê, Eyn Îsayê û Kobanê dewam dikin. -
Qada şerê du xetan: Rojava – I
Şoreşa Rojava ya ku bûye hedefa êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên hêzên hegemonîk, li ser çavkaniyên dîrokî û sosyolojîk ên du xetan e. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê El-Erbîd hate veşartin
Welatiyên Şedadê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemûd Letûf El-Erbîd bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin. -
QSD’ê bîlançoya êrîşên du rojên dawî eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrîşên du rojên dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand. QSD’ê diyar kir ku li herêmê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê didomin. -
2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin
Şehîdên Berxwedana Serdemê Ciwan Efrîn û Cûdî Çiya yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn li Şehbayê hatin veşartin. -
Hiqûqnas Şêxo: Divê yên li Efrînê sûcên şer kirine bên darezandin
Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo anî ziman ku pêkanînên hovane yên dewleta Tirk a li Efrînê dewam dike, diyar kir ku ya li herêmê tê kirin li dijî hihûqa navneteweyî ye û divê yên bûne hevparên vî sûcî bên darezandin. -
Balafirên şer li gundê Seyda 3 sivîl birîndar kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Seyda yê li nêzî kampa Eyn Îsa bombe kir, 3 sivîl birîndar kirin.