BI DÎMEN

YPJ'ê dîmenê çalakiyê weşand

Dîmenê çalakiyeke şervanên YPJ'ê hate weşandin ku di encamê de wesayiteke çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) hate îmhakirin.

DÎMENÊ ÇALAKIYÊ

Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê got, "Yekîneyên Şehîd Ronahî Yekta 6'ê Adarê li gundê Elûşê yê li nêzî Bendava Tişrînê wesayiteke çeteyan tespît kirin ku di nava liv û tevgerê de bû. Wesayit di encama çalakiya yekîneyên me de hate îmhakirin. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin."