Xelkê Til Hemîs cenazeyê şervanê QSD’ê spart axê
Li bajarê Til Hemîs cenazeye şervanê QSD’ê Herekol Til Hemîs spart axê.
Li bajarê Til Hemîs cenazeye şervanê QSD’ê Herekol Til Hemîs spart axê.
Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Herekol Til Hemîs li Pakrewangeha bajar spart axê.
Şervanê QSD’ê Herekol Til Hemîs (Malik Mihemed El Xelîl) ê 12’ê Kanûnê (2025) li bajarê Til Hemîsê şehîd bû.
Merasîma cenaze bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayîf axivî û got: "Siberoja ku em xeyal dikin, jiyaneke birûmet ji bo zarok û ciwanên me ye. Ev yek jî bi berdêlên îro û cesareta duh dibe.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Holê Ciwan Til Hemîs jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan ta avakirina jiyaneke birûmet û ewle da.
Ji rêveberên Kongreya Îslama Demokrat a bajarê Til Hemîsê mela Mutez El Enter jî şehadet li dinyayê û li axiretê jî serfirazî ye.
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd Herekol hat xwendin û pêşkêşî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd Herekol bi dirûşman hate veşartin.