SOHR: Li Sûriyeyê 1500 Elewî hatin qetilkirin

Çavdêriya Sûriyeyî bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku hejmara kesên li herêmên peravê hatine kuştin gihîştiye 1500 kesan ku piraniya wan Elewî ne.

Li gorî SOHR`ê hejmara kesên ku di encama tundiya ku ji 6`ê Adarê ve li seranserê herêmên peravên Sûriyeyê belav bûye de hatine kuştin gihîştiye 1500 kesan ku piraniya wan Elewî ne.

SOHR`ê diyar kir ku gelek Elewiyên sivîl li kolanan, li malan û zeviyan hatine kuştin.