Sîpan Hemo: Mijarê Efrînê wê bibe yek ji mijarên sereke yên muzakereyan

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Sîpan Hemo diyar kir ku ew di çarçoveya peymana 10’ê Adarê de hewldanên xwe yên ji bo çareseriyek siyasî ya berfireh ku mafên hemû civakan pêk bîne, didomînin.

Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê civînek berfireh hate lidarxistin. Nûnerên meclis, komîn, sazî, partiyên siyasî, Kongra Star û şênyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tevlî civînê bûn.

Di civînê de, Endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Sîpan Hemo der barê rewşa siyasî de nirxandinek berfireh kir. Hemo pêşketinên dawî yên navxweyî û herêmî û bandora guhertinên siyasî li ser siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirixand û bal kişand ser girîngiya rola saziyan di çareserkirina pirsgirêkên ewlehî û xizmetguzariyê de.

Derbarê rêkeftina 10`ê Adarê ya di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û QSD`ê de, Hemo destnîşan kir ku ew pabendî peymana 10`ê Adarê ne û hewldanên wan ên ji bo gihîştina çareseriyek siyasî ya berfireh ku mafên hemû civakan pêk bîne, berdewam dikin. Hemo diyar kir ku aştî û demokrasî bijarteyek stratejîk e û mijara Efrîn dê di her danûstandin an rêkeftinên siberojê de mijara sereke be.

Hemo her wiha da zanîn ku gel kevirê bingehîn ê her pêvajoya guhertinê ye, û banga rêxistina civakê kir da ku karibe azadî û demokrasiyê bi dest bixe. Hemo wiha pê de çû, "Em alîgirên aştiyê ne, em ê bi her awayî bixebitin da ku vê rêyê biparêzin."

Sîpan Hemo bal kişand ser rola girîng a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di parastina prensîbên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de û berxwedana gel silav kir. Hemo bal kişand li ser girîngiya xurtkirina hevkariya di navbera meclisên sivîl û hêzên ewlehiyê de ji bo pêkanîna aramiyê û parastina civakê.