Li Reqayê mal û dikanên Kurdan tên valakirin û hilweşandin

Şaredariya Reqayê malên Kurdan yê li taxa Kurdan a li bajêr vala dike û hildiweşnîne. Şêniyan li hember van kiriyaran wê sibê çalakî li dar bixin.

Hat ragihandin ku li taxa Kurdan a nêzîkî çerxa Hezima li Reqayê, mal û dikanên Kurdan tên valakirin û hilweşandin.

Li gorî çavkaniyan, wesayîtên şaredariyê li Reqayê mal dikanên Kurdan li taxê hilweşandin, bi hinceta ku avahî li deverên derveyî plana avakirinê ya bajêr de ne.

Der barê mijarê şêniyên taxê û çalakvanan ji bo betalkirina biryarê û rawestandina valakirin û hilweşandina malan, bang kirin ku sibê, Duşemê li çerxerêya Hezîma çalakî were lidarxistin.