QSD: Hewldanên Wezareta Parastinê yên derxistina fitneyan wê bi ser nekeve

QSD’ê bertek nîşanî hewldanên "Wezareta Parastinê" ya hikûmeta demkî yên hedefgirtina şervanan û destnîşan kir ku armanca derxistina fitneyan di nava pêkhateyên herêmê bi ser neket. 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî hewldanên "Wezareta Parastinê" ya hikumeta demkî yên bi hewldana hedefgirtina şervanên QSDˊê hewldaneke têkçûyî ye.

Di daxuyaniya QSDˊê de ev agahî hatine parvekirin:

"Bangên ˋWezareta Parastinêˊ ya Şamê yên bi hewldana hedefgirtina şervanên QSDˊê, ne tenê bangên bêhêvî û aşkera ne ku rewşa îflasbûna wan a siyasî û leşkerî nîşan didin, lê hewldana têkçûy ya derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de ye.

QSDˊê bi şervanên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyên dîtir hêzeke neteweyî ya yekgirtî ava dikin û bi xwînî rûbirûyî terorê sekinîn û parastina sivîlan kirin. Ev şervan û malbatên wan ji vî welatî ne, di girêdana xwe de welatparêz in, di hilbijartina xwe de zelal in, û bi salan fedakarî îspat kirine ku yekitiya wan ji hemû hewldanên tehrîdkirinê xurttir in. Mîna van bangên bêhêvî dê bandorê li wan nekin û wê bibin sedema hevgirtina xurtir di nava gelê herêmê de û kombûna li dora hêzên xwe.

Hewldanên parçekirina yekitiyê û derxistina fitneyê rastiyên li ser erdê naguherînin. Wê Hêzên Sûriya Demokratîk, ligel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember terorê û hemû kesên ku dixwazin wê bi awayên nû vegerînin yekgirtî bimînin."