BI DÎMEN

Di êrîşa bi hawanan a li ser taxên Helebê de yek jê zarok 5 sivîl birîndar bûn

Di êrîşa bi hawanan a hêzên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ye jê zarok 5 sivîl birîndar bûn.

Di êrîş û topbarana hêzên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de kesên birîndar bûn ev in: Aydil Elî (8),  bav Henan Ebdulhemîd (20), Dîcle Osman Omer (34), Doxan Elo (18) û Ebdulhemîd Îslamîl (48).

Di demeke ku pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî de li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diqewimin de malên sivîlan jî bi çekên giran têne bombebaran kirin.