Di van kêliyan de bi dehan ji gelê kantona firatê ji bo piştgirîdayina berxwedaniya ku niha di van kêliyan de li herdu kolanên Kurdî yên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diqewime daketin qadan.
Çalakî li qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” dewam dike. Jinên bi temen mezin dayîk zarok hemû li vir ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûdê li hev civiyan, diyar kirin ku ew û gelê xwe yên li wir yek rih in.
QAMIŞLO
Koçberên Efrînê, bi gelê bajarê Qamişloyê re ji bo piştgiriya ji bo şermezarkirina êrîşên hêzên hikûmeta demkî û piştgiriya gelê li herdu taxan daketin qadan.
Gel li pêş Navenda Çand û Hunerê ya Qamişloyê kombûn û xwepêşandana li dar xistin.