Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê êrîşa li Helebê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku êrîşa komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li Helebê hatiye têkbirin û diyar kir ku ew ji gef û tehrîdkirineke re amade ne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der barê êrîşa çekdarî ya li dijî bendeke kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikûmeta demkî li Çerxerêya Şîhan a li derdora taxa Eşrefiyê de daxuyaniyek da.

ÊRÎŞA ÇEKDARÎ HAT TÊKBIRIN

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Hêzên me hewldana êrişa tirsonak a komên girêdayî hikumeta demkî a Helebê têk bir. Em amade ne li hember her gef û tehrîdkirineke nû bisekinin.

2 KES BIRÎNDAR BÛN 

Bendeke hevbeş a hêzên me û hêzên Ewlekariya Giştî li nêzî Çerxerêya Şîhan a derdora taxa Eşrefiyê rastî êrişeke çekdarî hat. Di êrîşê de 2 endamên hêzên me birîndar bûn.

Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de, li gel xweragirtinê û xeleka pevçûnê berfireh nebe, da ku ewlehiya sivîlan û herêmên derdorê biparêzin, bersiveke guncaw da.

‘EM Ê LI HEMBERÎ GEFXWARINÊ BÊ DENG NEMÎNIN’

Em diyar dikin ku li hember her êriş an jî gefxwarinê bê deng nemînin, em ê tevahî tedbîrên guncaw ên parastina endamên xwe û herêmên parastina wan dabîn dikin, bikin."