Jinan li Til Temirê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin

Mala Jinan a Til Temirê tecrîda li ser Rêber Apo şermear kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Mala Jinan a bajarê Til Temirê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li parka Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da. 

Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û jinên bajar beşdarî daxuyaniyê bûn.  Daxuyanî ji aliylê rêvebera Mala Jinan Hedla Ebdulwehab ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan dîwarê girtîgehê derbas kir û gihaştin tevahî gelên cîhanê.

Her wiha hate gotin, têkoşîna Rêber Apo îsbat kiriye û girîgeh nikarin heqîqetê tune bikin, lê vediguherîne qada têkoşînê û ramanên azad ku pêşkêşî mirovahiyê dike.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Rojavayê Kurdistanê hêz, têkoşîn û helwesta xwe ji ramanên Rêber Apo digirin û têkoşîna jinan a ji bo azadî û edalet û avakirina civakeke demokratîk û exlaqî di felsefeya wî de hatiye dîtin.

Jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, diyalog û temamkirina pêvajoya aştiyê kir. Di dawiya daxuyaniyê de jî diyar kir ku  dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Rêber Apo têbikoşin.