Zekî Menan ji ber êşa demdirêj a êşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Zekî Menan Fayiq, ji ber lêdan û êşkenceyê dewleta Tirk û çeteyên wê ya dema dagirkirina Efrînê de lê kiribûn, jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku welatî Zekî Menan Fayiq (39) ê ji gundê Miskê Jorînê yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê, duh piştî nexweşiyeke demdirêj a ji ber êşkenceyê di nexweşxaneyeke Şamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rêxistinê, di dema dagirkirina Efrînê de bi destê komên çete ku serçeteyê wan Ebû Fewaz El Dêrî yê ji Dêrazorê ye, Fayiq hatibû êşkencekirin.

Rêxistinê diyar kir ku piştî Zekî red kir ku mal û milkên xizmetên xwe yên koçber radstî çeteyan bike, hat êşkkencekirin.

Di dawiyê de rêxistinê destnîşan kir ku şopên êşkenceyê yên li ser Zekî bûn sedem ku tenduristiya wî xerab bibe, nexweş bibe û di dawiyê de jiyana xwe ji dest bide.