Cenazeyê şehîdê QSD’ê li Kobanê hat veşartin

Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmekî girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê veşartin.

Şêniyên kantona Firatê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ehmed (Ehmed Hisî) ku di 9`ê Kanûna 2025`an de li Bîr Ereb şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê veşartin.

Şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêk kir. Dûre endama rêveber a Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest û got bejna xwe li hember giyanê şehîd ditewîne.

Bedîa diyar kir ku gelê Kobanê xwe li ser raman û felsefeya Rêber Apo perwerde kiriye û mezin bûye û got: "Em bi şehîdên  xwe serbilind in, em tu carî bi şehadetê xemgîn nabin. Şehîd Ehmed di nava malbata welatparêz de mezin bûye, heta kêliya dayê di nava têkoşîn û berxwedanê de bû. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Şêranê Hecî Îsmaîl diyar kir ku şehîdan bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedaneke bêhempa li hember dijmin dan meşandin û got: "Şehîdên me hêz û vîna me ne. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin, xewn û xeyalên wan pêk bînin."

Pismamê şehîd Ehmed, Welat Şêxo Hisî anî ziman ku ew ê tu carî bi şehadetê xemgîn nebin, ji ber ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û rêça wan bişopînin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Ehmed bi dirûşma "Şehîd namirin" veşartin.