Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd Elaa Îbrahîm El Farisli Til Hemîsê hat veşartin.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd Elaa Îbrahîm El Farisli Til Hemîsê hat veşartin.
Şêniyên bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa Îbrahîm El Faris ê ku di 21'ê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî, ji ber krîza dil şehîd bû merasîm li dar xist.
Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê, nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), saziyên sivîl û partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û Meclisa Malbatên Şehîdan neşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Xalid El Nayif got, şehîd nasnameya xakê û rûmeta wê diyar dikin û soza domandina projeya azadî û demokrasiyê, dubare kir.
Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê Ehmed Fedîle soza şopandina rêya şehîdan ji bo avakirina welatekî xwedî nirxên ewlehî û azadiyê, dubare kir.
Hevserokê Desteya Olî ya bajêr Mela Mutez jî destnîşan kir ku têkoşîn didome û got: "Ji cîhanê re îsbat bûye ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dijmin û dagirkeran re zehmet e."
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Elaa El Faris hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Girse cenazeyê şehîd bi dirûşma "Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" veşart.