Rojnameya Ronahî jinûve dest bi weşanê kir
Rojnameya Ronahî ku ji ber sedemên teknîkî navber dabû weşana xwe, ragihand ku car din dest bi weşanê kiriye.
Rojnameya Ronahî ku ji ber sedemên teknîkî navber dabû weşana xwe, ragihand ku car din dest bi weşanê kiriye.
Rojnameya Ronahî piştî 3 hefteyan ji rawestandina bi sedema xerabûna teknîkê ya Çapxaneya Şehîd Herekol, îro ji nû ve dest bi çapkirin û belavkirinê kir. Rojnameyê di 1’ê Mijdara 2025’an de ji ber pirsgirêka teknîkî ragihandibû ku nikare çapa xwe ya kaxizî bi awayekî demkî çap bike.
Îro bi zimanên Erebî û Kurd, bi hejmara xwe ya 1389’an ji bo çapa Erebî û hejmara 1327 ji bo çapa Kurdî, careke din dest bi çapkirinê kir.
Di vê heyama rawestandinê de, Desteya Edîtoriyê nûçe û dosyayên xwe li ser malpera xwe ya fermî û platformên civakî diweşandin.
Rojname hefteyê 6 hejmaran bi zimanên Erebî û Kurdî derdixe, ji wan 2 hejmaran di rojên yekşem û çarşemê de çap dike û hejmarên din jî li ser malpera fermî ne: https://ronahi.net